Cîgira Serokê Venezuela Delcy Rodriguez dîyar kir ku sînorê bi Kolombîya re dê roja Sêşemê jinûve bo bazirganîyê were vekirin.
Venezuela di sala 2109'an de sînorê bi Kolombîya re girtibû û bazirganîya li tixub sînordar kiribû.
Rikeberîya Venezuela ya bi piştgirîya Bogota û Washingtonê hewil dabû ku bêyî destûra serokê welêt Nicolas Maduro di ser sînorê Kolombîya re alîkarîya mirovî derbazî welêt bike û dûre tixub hatibû girtin.
Karbidestên Venezuela dîyar kiribûn ku ew hewildana alîkarîyê parçeyeke ''komplo'' ya bi piştgirîya Washingtonê û ye armanca wê jî hilweşandina desthilata Maduro ye.
Rikeberî û hevalbendên wê dibêjin ku Maduro di hilbijartinên 2018'an de sextekarî kiriye.
Maduro dîyar dike ku hilbijartin bi awayekî azad û adil çêbûne û dibêje rewişa xirab ya aborîyê jiber toleyên Amerîka çêbûye.
Hikûmeta Kolombîya ya ku Maduro wek serokê rêwa yê Venezuela nas nedikir, di Adara 2020'an de jiber pandemîya vîrusa korona sînorê bi Venezuela re girtibû.
Wê hikûmetê ew tedbîr di Hezîranê 2021'an de rakiribû, lê Venezuela ti bersiv nedabû.
Rodriguez roja Duşemê da zanîn ku gava sînor vebe, kamyonên bazirganîyê dikarin bi serbestî di navbera her du dewletan de herin werin.