Li Venezuela, meclîsa damezrêner ya ku hefteya borî hatibû hilbijartin, civîna xwe ya yekê li dar xist.
Di nav endamên meclîsê de, kur û xanima Serokê Venezuela Nicolas Madura jî hene.
Serdozgerîya Venezuela, bo civîna meclîsa damezrêner were asteng kirin serî li dadgehê dabû.
Serdozgerîyê dîyar kiribû ku di hilbijartina meclîsa damezrêner de manîpulasyon çêbûne.
Tevî hemî bertekan jî meclîsa damêzrener kom bû.
Meclîsa ku dê qanûna bingehîn ya 1999'an biguherîne, ji alîyê Wezîrê Derve yê Venezuela ya kevn Delcy Rodriguez ve tê birêve birin.
Rikeberîya ku dijî meclîsa banga boykotê kir, li Caracas ya paytaxt protesto li dar xistin.
Di çar mehên dawî de, bi kêmî ve 125 kes di protestoyên li Venezuela de hatin kuştin.