Amerîka, dîyar kir ku jiber ku li Venezuela ‘’prensîbên bingehîn yên demokrasîyê’’ nemane, dijî 8 kesên din tole ragihandine.
Wezareta Darayî yê Amerîka da zanîn ku di nav wan 8 kesan de, birayê Serokê Venezuela yê bere Hugo Chavez, Adan Chavez jî heye.
Li gor toleyan, hemwelatîyên Amerîka nikarin bi 8 kesên di lîsteyê de peywendîyên bazirganî çekin û hesabên wan yên li Amerîka jî hatine cemidandin.
Di lîsteya berê de, Serokê Venezuela Nicolas Maduro û cîgirê wî Tareck El Aissamî hene. 8 kesên di lîsteya yan endam yan jî alîgirê meclîsa damêzrîner in.
Meclîsa damêzrener hewil dide ku qanûna bingehîn ya nû amade bike. 545 endamên meclîsê hene û piranîya wê sosyalîstên ku alîgirên Maduro ne.