Lînkên eksesibilîtî

Serokê Venezuela Dixwaze bi Washingtonê re Danûsitandinan Bike


Serokê Venezuela Nicolas Maduro

Serokê Venezuela Nicolas Maduro da zanîn ku dixwaze bi Washingtonê re danûsitandinê bike.

Madoro ew daxwaza xwe di axaftina xwe ya yekê ya li meclîsa damêzrener eşkere kir.

‘’Piştî sê çar hefteyan, bo li Neteweyên Yekbûyî (NY) bi Donal Trump re bicivim dê herim New Yorkê. Birêz Trump ger elaqaya te ser Venezuele heye, a ez li hember te me’’ Maduro got.

Maduro herwiha dîyar kir ku ew dixwaze bi rêka telefonê jî bi Trump re biaxife.

Qesra Sipî bi daxuyanîyan, Maduro wek ‘’dîktator’’ bi nav kiribû û dijî wî tole ragihandibûn.

Maduro jî dîyar kiribû ku Amerîka piştgirîya protestoyên li Venezuela dike.

Di protestoyên dijî Maduro de, ku 4 meh in didomin, heta niha bi kêmî ve 120 kes hatine kuştin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG