Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevjîna Efserê Venezuelî Dibêje Mêrê Wê li Jêr Eşkencê Mirî Ye


Rafael Acosta
Rafael Acosta

Wezareta Bervaniya Venezuela tekez dike ku efserekî wan jiyana xwe ji dets daye, yê ku hêzên opozisyon û endamên malbata wî dibêjin ew hatîye eşkencedan, piştî îdiaya ku wî efserî dest di derbeya leşkerî de hebûye ya ku li dij serokê wî welatî Nicolas Maduro hatbû encam dan.

Mirina Efserê hêzên deryayê yên Venezuela Rafael Acosta, di wî çaxî de pêkhat, dema ku Komîsara Netewên Yekgirtî yê Komîta Mafên Mirovan Michelle Bachelet bo lêkolînên derbarê binpêkirina mafên mirov çûye wî welatî ku çalakiyên kuştinên li dervey çarçova yasayê û windakirina kesna û mirinên bi goman pêk tên.

Nicolas Maduro hefteya derbasbûyî got bû, efsrekê leşkerî bi alîkarîya berpirsên opozisyonê û berpirsên welatên biyanî komplo li dij wî encam dabû û dixwest dawiyê li desthhilatê bîne, weke Maduro dibêje.

Doh, Yekşemê Wezareta Berevaniya Venzuela daxuyaniyek da û got, Acosta roja 28î Hezîranê vegahstiye bo dadgeha leşkerî, lê wî efserî hay jixwe nemabû, dadger jî yekser bi biryaerekê ew veguhast nexweşxana leşkerî.

XS
SM
MD
LG