Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Veroj: Problema Kontrolkirina Rêkxistinê di nav PKK'ê de Heye


Çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê.
Çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê.

Di demekê de ku li van dawiyan mesela Kurd li Tirkîyê dîsa bû pirsa serekî di navendên siyasî û medyaya Tirkîyê de, roja Sêşemê êrîşeke çekdarî li Colemêrgê qewimî û 10 serhildayên Kurd û 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Seîd Veroj, sernivîserê kovara Bîr li Dîyarbekirê, dibêje her cara ku mesela Kurd hatiye rojevê, bûyerek çêbûye ku pirsa Kurdî dîsa paş ve biriye.

Birêz Veroj dibêje ku sala par jî dema Partîya Aştî û Demokrasiyê xweseriya demokratîk raighand, li Farqînê bûyereke çekdarî çêbû.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Veroj dibêje ku bûyerên Colemêrg û Farqînê diyar dikin ku Partîya Karkerên Kurdistanê di nav xwe da problema kontrolkirina rêkxistinê heye û Murat Karayilan bi xwe jî dibêje ku knotrola nav PKK problem e û bûyer çêdibin ku bêy kontrola wan in.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Veroj re, fayla dengî ya rexê rastê vê rûpelê kilîk bike.

XS
SM
MD
LG