Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîetnam Dê Perpûna Vîrusa Korona ji Rûsya Bistîne


Kanala dewletê ya Vîetnamê ragihand ku Wezareta Saxlemî bo sitandina perpûna vîrusa korona serî li Rûsya daye.

Karbidestên Rûsya di rojên borî de dîyar kiribûn ku wan perpûna vîrusa korona hazir kiriye û navê wê jî kiribûn Sputnik – V.

Medya fermî ya Vîetnamê neda zanîn ku dewletê bo çend perpûna vîrusa korona serlêdan kiriye û negot ku ew perpûn dê çi dem werin dayîn.

Wezareta Saxlemî ya Vîetnamê hefteya borî gotibû ku ewê perpûna xwe heta dawîya sala 2021’an hazir bikin.

Her çiqas Vîetnam welatê pêşî yê ku bo sitandîna perpûnên Rûsya serlêdan kiriye, hin pisporên Amerîkî û Ewrupî bi guman li wê perpûnê dinêrin.

Ew pispor dibêjin ku Rûsya du mehan piştî ceribandina li ser însanan perpûn piştrast kiriye û dîyar dikin ku ew dem bo bawerîya bi perpûnê hindik e.

XS
SM
MD
LG