Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîyê Virginia Ralph Northam Derketina Derve Sînordar Dike


Berpirsên eyaletên Virginia û Maryland yên nêzî Washington ya paytext fermana derneketina derve ragihandin.

Bi fermana nû, ji hemwelatîyên Amerîkî hat xwestin ku xêncî hewcedarîyên xwarin û vexwarinê û sporên rojane dernekevin derve.

Walîyê Virginia Ralph Northam dîyar kir ku derneketina derve berê pêşnîyaza wan bû, lê niha ew ferman e.

Northam da zanîn ku kesên ji malê derdikevin bo saxlemîyên xwe û yên din metirsîyê çêdikin.

Wî got ku kombûna pirtir ji 10 kesan qedexe ye û berav û cîhên kampan dê girtî bin.

Vîrusa korona li Virginia heta niha ketiye canê 1020 kesan û 25 kes kuştine.

Walîyê Maryland Larry Hogan jî ser heman tedbîran îmza avêt.

Li eyaleta Marylandê 1500 kes bi vîrusa korona ketine û 15 kesan bi wê jîyana xwe ji dest daye.

XS
SM
MD
LG