Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Derbazî Afganistanê Bû


Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 derbazî Afganistanê jî bû.

Wezareta Saxlemî ya Afganistanê dîyar kir ku li ser 3 kesan gumana Covid-19 hebûye û ji wan li ser yekî ji herêma Heratê vîrus hatiye dîtin.

Karbidestên Afgan didin zanîn ku wan sê kesan serdana Îranê kiriye.

Hikûmeta Afganistanê bo herêma Heratê rewşa awarte ragihand û bang li niştecihên wê derê kir ku ji malên xwe dernekevin.

Afganistanê, firînên ber bi Îranê ve rawestandin.

Covid-19 ya li Wuhan ya Çînê derketiye û derbazî welatên din bûye, li Îranê heta niha 12 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG