Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona li Amerîka Pirtir ji 70,000 Kes Kuştine


Vîrusa korona li Amerîka heta niha pirtir ji 70,000 kes kuştine.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka 70,847 kesan bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Ji nav eyaletên Amerîka, herî zêde li New Yorkê mirinên ji vîrusa korona çêbûne.

Li New Yorkê 25,073, li New Jerseyê 8,244 û li Massachussetsê jî 4,212 kes bi vîrusa korona mirine.

Enstîtuya ser saxlemîyê ya li Zanîngeha Washingtonê dide zanîn ku heta serê Tebaxê, wê li Amerîka bi qasî 135,000 kes jiber vîrusa korona bimirin.

Serokê Amerîka Donald Trump ji Fox News’ê re dîyar kiribû ku dê ‘’bi qasî 75, 80, 100 hezar kes’’ bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest bidin.

XS
SM
MD
LG