Zanîngeha Johns Hopkinsê ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona 700,000 derbaz kiriye.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Amerîka 136,880, li Îtalya 97,689 û li Çînê 82,122 pêketîyên vîrusa korona hene.
Vîrusa korona li Îtalya 10,779, li Îspanya 6,606 û li Hubei ya Çînê 3182 kes kuştine.
Ji eyaletên Amerîka, New York bi 59,528 pêketîyan li rêza pêş e û li dû wê bi 13,376 kesan New Jersey, li dû wê jî bi 5,733 kesên din California tê.
Wê vîrusê li New Yorkê 965, li Washingtonê 189 û li New Jerseyê jî 151 kes kuştine.
Ew vîrus di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.