Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona li Amerîka Pirtir ji 80,000 Kes Kuştine


Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 80,000 kes kuştine.

Li gor agahîyên wê zanîngehê, li Amerîka 80,087 kes bi vîrusa korona mirine.

Ji nav eyelatên Amerîka, vîrusa korona herî zêde li New Yorkê hatiye tespît kirin ku li wê eyaletê 26,682 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Li dû New Yorkê, bi 9,340 mirinên jiber vîrusa korona New Jersey tê.

Li seranserê Amerîka pirtir ji 1,340,000 kes bi vîrusa korona ketine.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

XS
SM
MD
LG