Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengê Amerîka Bû 70 Salî


Dengê Amerîka Bû 70 Salî
Dengê Amerîka Bû 70 Salî

Roja Çarşemê, 1’ê Sibat a 2012, 70'emîn salvegera damezirandina Dengê Amerîka ye.

Radyoya Dengê Amerîka li Sibat a 1942 dest bi weşana xwe kir, du mehan piştî Japonê êrîşa Pearl Harbor kir û Amerîka beşdarîya şerê cîhanî yê yekê kir.

William Harlan Hale yekemîn bêjer bû ku bi zimanê Almanî bi navê Dengê Amerîka peyîvî.

Îro, Dengê Amerîka bi 43 zimanan bernameyên xwe bi rêyên înternet, radyo û televizyonê pêşkêşî 141 milyon kesan li seranserê cîhanê dike.

Her bi helkefta 70'emîn salvegera damezirandina Dengê Amerîka, Pişka Kurdî soz dide ku her wek jêdereke bawerpêkirî yê nûçe û pêzanînan bimîne û her li gor prensîp û standardên rojnamevanî xebatê bike.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li 25'ê Nîsan a 2012 dibe 20 salî.

XS
SM
MD
LG