Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyanîya VOA ya Ser Sekinandina Weşanên Radyoyê li Afganistanê ji Hêla Talîbanê


Dengê Amerîka (VOA) îro Pencşemê bi daxuyanîyekê sekinandina tevahîya weşanên radyo FM yên VOA li Afganistanê ya ji alîyê hikûmeta Talîbanê ve şermazar kir.

Di daxuyanîyanîyê de tê gotin ku rawestandina weşanên VOA zararê digihîne hejmara mezin ya guhdar û temaşevanên Afganî.

“Destdana ser VOA FM û pêla navîn (MW) ji hêla Talîbanê ve - bi têkbirina peymaneke çend salan - zarar digihîne hejmara mezin ya guhdar û temaşevanên me ku bo nûçe û agahdarîya bêsansûr berê xwe didin Radyo Ashna. ”

Navenda VOA ragihand ku weşanên sazîyê perspektîf û hêvîyêk bêsansûr pêşkêşî gelê Afganistanê dikir û bi bernameyên xwe dibû dengê Afganîyên ji rêze.

"VOA, bi bernameyên beşdarîya guhdaran û nîqaşên ser mijarên ku ji hêla medya navxweyî ve dihatin sansûr kirin pêşkêş dikirin. Di bernameyên VOA de zêdebûna îzolebûna hikûmeta niha ya Afganistanê, statuya nizim ya jin û keçan, ku di encama polîtîkayên Talîbanê de bûne wek hemwelatîyên asta duyê û têkçûnên aborî yên domdar yên ji dema desthilatdarîya Talîbanê ve û xirabtirbûna asta jîyanê ya li Afganistanê hebûn. ”

Berpirsa giştî ya demkî ya VOA, Yolanda Lopez jî di daxuyanîyê de bi bîr tîne ku gelek bername ji alîyê jinan ve dihatin amade û pêşkeş kirin.

Lopez bi berdewamî got ku derxistina ji sîstema radyoyê wê nikaribe VOA bêdeng bike.

“Derxistina Dengê Amerîka ji pêlên navxweyî wê me bêdeng neke. Ewê tenê girîngiya xizmetkirina guhdar û temaşevanên ku li hindurê Afganistanê dîlgirtî ne, wê pirtir bike," Lopez got.

Hêjayî balkişandinê ye ku VOA bi weşanên xwe digehişt 7.3 mîlyon Afganîyan ku nêzî nîvê wan guhdarên radyoyê bûn.

“Weşanên VOA her hefte li Afganistanê digihêje 7.3 mîlyon kesan ku ew ji yek ji sê Afganîyên ji 18 salî mezintir e. Nêzî nîvê wan guhdaran radyoyê ne loma van kiryarên vê dawîyê yên Talîbanê karê me dijwartir dike.“

VOA bi berdewamî got ku di destê wê de bijare û rêbazên din hene ku xizmetên bo guhdar û temaşevanên xwe yên li Afganistanê bidomîne.

"Di nav wan nijare û rêbazan de; kanaleke satelaytê ya televîzyonê ya bo weşana 24 saetan (Kanala Yahsat 469), radyoya pêla kurt, îstasyoneke radyoya pêla navîn li Tacikistanê bi 972 khz hene. Dîsa, malperên VOA (darivoa.com û pashtovoa.com) û tevî Twitter, Facebook, Instagram û YouTube medyaya civakî jî wê weşanên xwe bikin. Em bi rengekî aktîf ser rêyên din vêkolîn dikin naveroka xwe peyda bikin û erka xwe ya xizmetkirina guhdar û temaşevanên xwe yên li Afganistanê bi cîh bînin. “

Hikumeta Talîban ya Îslamî îro biryara qedexekirinê parastibû û îdia kiribû ku du sazîyên medyayî yên ku Amerîka fînanse dike, dijî qanûnên herêmî bê rêzî kirine.

XS
SM
MD
LG