Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengê Amerîka Biryara Talîbanê Ya Derxistina Bernameyên Wê ji Weşana TV yê Şermizar Dike


VOA Aşna TV ji aliyê Talîbanê de hat qedexe kirin

Dengê Amerîka bi daxuyaniyekê fermana Talîbanê şermezar kir, ya derbarê derxistina bernameyên VOA ji weşanên Televizyonê li Afganîstanê.

Şûnkara Rêveber ya Dengê Amerîka (VOA) Yolanda Lόpez derbarê biryara qedexê ya li ser weşanên bernamên VOA ji aliyê Talîbanê de got, "Em ji Talîbanê daxwaz dikin ku vê biryara xemgîn û nebaş ji nû ve binirxîne." Lopez got "Bendên li ser naverokê yên ku Talîban hewil dide feriz bike li dijî azadiya ramanê ne, azadiya ku hêjayî gelê Afganistanê ye," Lopez lê zêdekir û got "dema ku em xeyal şkestî û xemgîn bûne, ji ber biryarên Talîban yên li dij hevparên me di televizyona li welat de, pêgiriya me bi pêşkêşkirina pêzanînên rasteqîne ji xelkê Afganistanê re ew e ku Dengê Amerîka dê li ser televîzyon, radyo û înternetê li ser www.pashtovoa.com û www.darivoa.com û herwiha li ser medyaya civakî berdewam bibe."

Ji Îslamabad hat ragihandin ku Talîbanê qedexa weşanê danîye ser Dengê Amerîka û Saziya Weşanên Brîtanî (BBC).

Ev biryara Talîban ya qedexê ji rêze qedexeyên herî dawîn e ku grûpa îslamî li ser medyaya Afganî sepandiye da ku azadîya derbirînê bifetisîne ji dema kontrolkirina welat li Tebaxa sala borî.

XS
SM
MD
LG