Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîrektora Nû ya VOA Amanda Bennett Sond Xwar û Dest bi Karê Xwe Kir


Dîrektora Dengê Amerîka (VOA), rojnamevana navdar Amanda Bennett îro bi merasîmeke fermî sond xwar û dest bi karê xwe yê nû kir.

Di merasîmê de ku li navenda VOA hate kirin, CEO’yê Desteya Weşanê ya Rêvebiran (BBG) John Lansing Bennett raberî mêvanan kir û got ji wê hêvîyên wî gelek xurt in.

“Ez pêgir im ku Amanda kesa herî baş e ku di qoxana guherînkar ya sedala 21an de pêşengîya VOA,” Lansing got.

Xanim Bennett jî kêfxweşî û kelecana xwe dîyar kir ku sazîyeke girîng ya wek VOA bi rêve bibe.

"Wek VOA roleke krîtîk li pêşîya me heye. Bi karanîna şîyanên rojnamegerî emê bûyerên li welatê me û gelê me bişopînin û wek jêderê bawerpêkirî, objektîf û nirxdar ya nûçe p pêzanînan ji mîlyonan kesên seranser cîhanê re karê xwe bidomînin,” Bennett di axaftina xwe de got.

Bennett ku di rojnameyên girîng de kar kiriye, xwedîyê Xelata Pulitzer ya nirxdar e û nivîskara jimareke pirtûkan e.

Bennett berê wek edîtora rêvebir ya Bloomberg News xebitîbû û wê heta 2013an li wir tîmeke cîhanî ya rojnamevanên lêkolînêr afirandibû. Berê wê jî Bennett, edîtorîya rojnameya The Philadelphia Inquirer kiribû.

Wê her wiha 20 sal di rojnameya The Wall Street Journal de wek nûçegîhan û edîtor kar kiribû û jiber ragihandina wê ya ser belavbûna neweşîya AIDS xelata Pulitzer qezenc kiribû.

Bennet wek herî dawî, di Washington Post de wek qunciknivîs kar dikir. Wê li ser destnîşankirina xwe ya wek rêvebira giştî ya VOA got ku ew dilgeş û heyecanî ye ku bibe beşeke dezgeheke girîng ya nûçevanîyê.

"Em tenê ew dezgeh in ku nûçe û agahîyên pêbawer, objektîf û rastîn ji hejmarên mein yên cîhanê re pêşkêêş dikin,” Bennet got.

XS
SM
MD
LG