Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Nûçegîhana Multîmedya Digere


Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li bajarê Hewlêr û Kerkukê pêyamhinêran digere ku dikarin raportên nivîskî, dengî û dîmenî li ser qewimandinên li Herêma Kurdistanê Îraqê û mijarên navnetewî amade bikin.

Dengê Amerîka dê li serê raportan dirav bide nûçegîhanan û ji çaverê ye pêyamhinêr raportên radyoyê, raportên dengkirî yên TV û hevpeyvînên jibo çapkirinê hazir bikin.

Ji nûçegîhanan her wiha tê xwestin ku kombûnên ragihandinê û bûyerên din yên girîng bişopînin ku nûçeya wan di malpera Dengê Amerîka de bêne karanîn.

Divê nûçegîhan li gor çarçova ‘Destûrnameya Dengê Amerîka’ anku ‘VOA Journalistic Code’ berhemên xwe amade bikin.

Jibo şandina rezumî (CV) agahîyên peywendyî ev e:

LaKeisha Washington

Pispora Kontraktran

Telefon: +1202-382-7869

Faks: +1202-382-7877

E-mail: lkwashin@bbg.gov

Malper: www.voanews.com

XS
SM
MD
LG