Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengê Amerîka 27 Salîya Damezrandina Weşanên Kurdî Pîroz Dike


Îro, 25'ê Nîsanê rojbûna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka (VOA) ye. Em îro salvegera 27'an ya damezrandinê, bi şabûneke mezin pîroz dikin.

Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka di 25’ê Nîsana 1992’an de, bi biryara Kongresa Amerîkî hat damezrandin.

Sazîya Dengê Amerîka niha bi 46 zimanan weşana radyo, televîzyon û înternetê dike û zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanên VOA ye.

Weşanên Kurdî yên Dengê Amerîka bi zaravayên Kurmancî û Soranî têne kirin û em bi nûçe, hevpeyvîn, bernameyên sîyasî, çandî, saxlemî û teknolojî her roj bi gelek rêkan digehejin temeşevan, guhdar û xwendevanên xwe.

VOA Kurdî taybetî di salên dawî de girîngî dide weşana televîzyonî û her hefte 2 bernameyên taybet amade dike.

Em ji hevkarên xwe yên li Herêma Kurdistana Îraqê NRT TV re rojên Sêşemê û Înê bernama Kurd Connection pêşkêş dikin.

Dîsa, em bernama Kurdvîzyon ya xwerû Kurmancî jî rojên Çarşemê amade dikin.

Pişka Kurdî di nav salên dawî de bernameyên nû yên televîzyonê yên wek Mêvan û Mijar, 7Reng, Rojev û Çavê Washington.

VOA Kurdî, bi du malperên xwe yên Kurmancî ya bi tîpên Latînî û Soranî ya bi tîpên Erebî û du rûperên Facebookê yên bi heman awayî weşan û bernameyên xwe belav dike.

Xencî xebatkarên ku li Washingtonê kar dikin, jimareke peyamhinêrên me li herêmên Kurdî li Tirkîyê, Sûrîyê û Îraqê ji bi raportên xwe bernameyên me dewlemendtir dikin.

Em jî rojbûna Pişka Kurdî li we û li hemî hezkirîyên xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku hîn di gelek rojbûnan de emê bi hevre bin.

Kerem kun guh bidin weşana me ya yekê ku 27 sal îro destpê kiribû:

VOA Kurdish First Program
please wait

No media source currently available

0:00 0:15:19 0:00

XS
SM
MD
LG