Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Salvegera 24'an E ku Dengê Amerîka bi Kurdî Dipeyîve


25 Nîsanê, rojbûna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka ye û em salvegera 24'an ya damezrandina weşanên bi zimanê Kurdî bi şabûneke mezin pîroz dikin.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li 25’ê Nîsana 1992’an bi biryara Kongresa Amerîkî hat damezrandin. Sazîya Dengê Amerîka bi 44 zimanan weşanê dike û Pişka Kurdî jî yek ji wan beşan e.

Pişka Kurdî bi zaravayên Kurmancî û Soranî weşana xwe didomîne û bi nûçe, hevpeyvîn, bernameyên sîyasî, çandî, saxlemî û teknolojî her roj sê demjimêran digeheje guhdarên xwe.

Pişka Kurdî di demên dawî de giranî daye weşana televîzyonê û niha bi NRT ya li Herêma Kurdistan Îraqê Kurd Connection û ligel Ozgur Gun TV ya li Amedê jî bernameya Kurdvîzyon tên amade kirin.

Pişka Kurdî, bi du malperên xwe yên Kurmancî ya bi tîpên Latînî û Soranî ya bi tîpên Erebî weşan û bernameyên xwe belav dike û raportên rengîn yên dîmenî ji nûçegîhanên ji herêmê û Washingtonê digehîne temaşevanên xwe.

Berpirsa Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Xanim Fexrîya Doskî ye ku ji damezrandina Pişka Kurdî ya vir ve li radyoyê kar dike.

Doskî di peyama xwe de wiha hêst û nêrînên xwe wiha dîyar dike:

"Salvegera 24’ê ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li we yên rêzdar û hemû hevkaran li vir li Washington û peyamhinêrên me yên hêja û wêrek li herêmê pîroz dikim.

Hêvîdar im ku di salên bên de em bikarin bi alîkariya hemû alîyan bêtir xizmeta guhdar û bînerên xwe yên rêzdar li her cihê me dibihîsin û dibinin bikîn.

Her serkeftî bin û her sal di xweşîyan de bin."

Vê gave, xencî xebatkarên ku li Washingtonê kar dikin û jimareke peyamjinêrên Pişka Kurdî ji bi raportên xwe bernameyên me dewlemendtir dikin.

Em jî rojbûna Pişka Kurdî li we û li hemî guhdarên me pîroz dikin û hêvî dikin ku hîn di gelek rojbûnan de emê bi hevre bin.

XS
SM
MD
LG