Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengê Amerîka li Silêmanî û Mûsilê Nûçegîhanên Multîmedya Digere


Beşê Kurdî ya Dengê Amerîka li bajarê Silêmanî û Mûsilê li nûçegîhanan digere ku dikarin raportên nivîskî, dengî û vîdyoyî li ser qewimandinên li Herêma Kurdistana Îraqê û mijarên navnetewî amade bikin.

Dengê Amerîka dê li serê raportan dirav bide nûçegîhanan û çaverê ye ku pêyamhinêr raportên bo radyo û TV û herwiha hevpeyvînên jibo çapkirinê hazir bikin.

Ji nûçegîhanan her wiha tê xwestin ku kombûnên ragihandinê û bûyerên din yên girîng bişopînin ku nûçeya wan di malpera Dengê Amerîka de bêne karanîn.

Divê nûçegîhan li gor çarçova ‘Destûrnameya Dengê Amerîka’ anku ‘VOA Journalistic Code’ berhemên xwe amade bikin.

Jibo şandina rezumî (CV) agahîyên peywendî ev e: kurdish@voanews.com

XS
SM
MD
LG