Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakbûna Volkana La Palma ya Îspanya Dom Dike


Volkanek li grava La Palma ya Îspanyayê ku dikeve rojavayê bakûrê Afrîka, heta niha 1000 xanî wêran kirine û îro Çarşamê dîsa lava wê diherike.

Hikûmeta Îspanî alîkarîya rizgarkirinê ya dûyê ya bi 250 milyon dolaran pejirand ku alîkarîya girava piçûk ya ku perçeyekê Gravan Kanaryayê (Canary) bike, ku ji ber lavayên volkanê zerar ditîye. Hikûmet dibeje ew baldarîyekê taybet didin endustrîyên masîvanî û çandinê.

Peqîna volkan di 19ê Îlonê de despêkir û 6, 000 rûniştvanên herêmî ji vir hatin derxistin.

Bernameya çavdêrîkirina Felaketa Kopernîkos ya Yekîtîya Ewrupa (YE) roja 28ê Îlona borî ragihand ku ji 19'ê Îlonê vir ve, lava reş hêdî hêdî ber bi deryayê ve diherike ku di encam de, zêdetirî 500 xanî, dêr, muzexae û erdên darên muzan hatine wêran kirin.

Wî çaxî karbidestên Îspanî gotbûn ji encama volkanê li dora 178 mîlyon euro zirar pêk hatiye.

Volkana li Girava La Palma Didome
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:53 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG