Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Votel Hîşyarî Dide ku Operasyona Ser Efrînê Şerê Dijî DAIŞ'ê Asteng Dike


l
l

General Joseph Votel, Qumandarê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) li Civata Senatoran li ser şerê dijî DAIŞ’ê û rewşa Sûrîyê peyîvî.

General Votel di pêş Komîsyona Xizmetên Çekdarî ya Senato de, da zanîn ku tevî ku hevkarîya wan ya ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di têkbirina DAIŞ’ê de krîtîk e, ew hevkarî hin pirsgirêk bi Tirkîyê çêkirine jiber ku Tirkîyê, şervanên YPG’ê yên nav HSD’ê, wek beşeke rêxistina terorîst, PKK dibîne.

“Hêzên taybet yên Amerîkî, çend sal in ligel HSD’ê, jibo şikandina DAIŞ’ê şer dikin. Alîkarîya me ji wan re jibo wê armancê ye û me hîn tedbîr danîne ku ew gefan li ser Tirkîyê nekin.”

Votel di axaftina xwe de bal kişand operasyona Tirkîyê ya ser Efrînê û got ku ew operasyona bala li ser têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) radike.

General Votel da zanîn ku operasyonên koalîsyona dijî DAIŞ’ê li Efrînê tune, lê bûyerên li wê herêmê diqewimin, ji wan re fikaran çêdikin.

‘’Bûyerên li Efrînê bala me ya li ser têkoşîna dijî DAŞ’ê belav dikin, bandora wan heye. Em li ser vê mijarê nîqaşan dikin’’ Votel got.

Fermandarê CENTCOM’ê ser pirsekê dîyar kir ku ew bi xwe jî dibînin ku Kurd dest ji têkoşîna dijî DAIŞ’ê ber didin û diçin li Efrînê şer dikin.

“Girêdana malbatî ya gelek şervanên nav HSD’ê bi Kurdên Efrînê re heye û ew niha neçar mane ku nav temamkirina şerê dijî DAIŞ’ê û alîkarîkirina malbatên xwe li Efrînê mane û me dîtiye ku gelek ji wan çûne wî bajarî.”

Votel da zanîn ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dijî DAIŞ’ê serkeftinên mezin bi dest xistine û li wan herêmên ku kontrol dike hewil dide îstiqrarê çêke.

Votel bal kişand kir ku li Sûrîyê gelek gel hene û jibo çareserîyê jî divê li ser erdê, pirtir xebat werin kirin.

XS
SM
MD
LG