Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê CENTCOM'ê General Votel li Kobanê bi HSD'ê re Civîya


General Votel berê jî çûbû Rojava û ligel HSDê kom bûbû

Jêderekî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji Dengê Amerika re ragihand ku Qumandarê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) General Joseph Votel îro Înê hat Kobanê û bi fermandarên HSDê re rûnişt.

Hate zanîn ku mijara serekî ya hevdîtinê operasyona Reqa bû û Votel ji fermandarê HSDê agahîyên herî dawî yên enîya şer wergirt.

Di hevdîtinê de herwiha alîkarîya koalîsyona navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka jî bi firehî hate gotûbêj kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku berî çend rojan Senator John McCaine jî çûbû Kobanê, bi qumandarên HSDê re hevdîtin kiribû û rewşa li erdê dîtibû.

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG