Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Votel Dijî Biryara Vekişîna ji Sûrîyê Ye


General Votel li Sûrîyê (Arşîv)

Qumandarê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) General Joseph Votel îro Înê got ku ew dijî biryara Serok Donald Trump ya vekişîna ji Sûrîyê ye.

Votel di hevpeyvîna bi CNN’ê re de, hişyarî da ku têkbirina rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst hîn dûr e.

"Ez nikarim şîreteke leşkerî ya vekişîna ji Sûrîyê bidim û min pêşnîyareke wiha nekir. Hîn rêber û şervanên DAIŞ’ê hene, kesên ku alîkarîya wan dikin hene û hîn derfetên wan yên xurt jî hene. Loma, divê jibo tunekirina wê tora heyî, em operasyonên leşkerî yên ser wan kêm nekin."

Votel bal kişand ku tenê piştî ew piştrast bike ku DAIŞ nema gef e, ew dikare têkçûna DAIŞ’ê ji bîragiştî re eşkere bike.

"Dema ez bêjim 'me DAIŞ têk bir,' divê ez piştrast bikim ku nema kanîna wan ya pêkanîna êrîşên nû li dijî me û hevalbendên me nemaye. Lê, divê bal bikşînim ku îdeolojîya wan ya xurt hîn heye û ew dikarin îlham bidin gelek kesan."

General Votel herwiha got ku hêzên xwecîhî ku Amerîka piştgirîya wan dike, nikarin gefa DAIŞ’ê tenê, bi serê xwe tune bikin.

"Hevalbendên me Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hîn pêdivîya alîkarî, piştgirî û hêzdayîna me ye. Em dixwazin ku DAIŞ ji alîyê hevalbendên xwecîhî yên wek HSD’ê li Sûrîyê û hêzên Îraqî li wî welatî were kontrol kirin. Dema me misoger kir ku ew êdî dikarin gefa DAIŞ’ê bi serê xwe, bê alîkarîya me çareser bikin, hîngê em dikarin qala bi serketina şikandina DAIŞ’ê bikin.”

General Votel bi bîr xist ku leşkerîya Amerîkî jî hîn jî di kempeyneke leşkerî ya serketî de, di kelêka HSD’ê de bi aktîfî cîh digire ku dawî li DAIŞ’ê bîne.

XS
SM
MD
LG