Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanê Reutersê li Maynmarê Dibêje Ew Mexdurê Plana Polîsan E


Wa Lone
Wa Lone

Rojnamevanê Reuters’ê Wa Lone ku li Myanmarê girtî ye, îro Duşemê ji dadgehê re got ku hemî belgeyên ku li dijî wek delîl tên karanîn, ji alîyê polîsan ve hatine danan.

Wa ku bi eşkerekirina agahîyên nepênî yên dewleta Myanmarê tê tawanbar kirin, got ku karbidestekî ew belge dane destê wî ku wî bixe feqê.

“Tevî ku min ew pêl nexwestibûn, wî karbidestî ew dane destê min û dû re jî derew kir û ji dadgehê re rastîyê negot,”

Wa Lone û hevkarî wî yê Reutersê Kyaw Soe Oo di bin darizandinê de ne, bi sedema ku wan agahîyên nepênî yên dewleta Myanmarê eşkere kirine.

Wa û Kyaw pêgir in ku ew masûm, lê ger sûcdar werin dîtin, ew dikarin heta 14 sal cezayê zindanê wergirin.

XS
SM
MD
LG