Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ser Rewşa Rojnamevanên Desteserkirî li Myanmarê Xemdar E


Wa Lone û Kyaw Soe Oo

Balyozxaneya Amerîkî li Myanmar îro Înê fikarên xwe li ser rewşa 2 rojnamevanên girtî yên Reutersê eşkere kir ku tevî ku sê roj li ser desteserkirina wan borîye, derheqa wan heta niha ti agahî tuneye.

Balyozxane herewiha xema xwe dîyar dike ku destûr ji malbatên wan re nehatiye dayîn ku serdana rojnamevanên desteserkirî bikin.

Wezareta Ragihandinê ya Myanmarî roja Çarşemê ragihandibû ku rojnamevan Wa Lone û Kyaw Soe Oo û 2 polîs, di çarçoveya qanûna eşkerekirina sirên dewletê de hatine desteser kirin, lê karbidestan dû re ew yek red kiribû.

Her du rojnamevan derbarê raporteke giwaştin û eciqandina artêşa Burmayî li ser Misilmanên Rohingya li herêma Rakhine dixebitîn ku ta niha pirtir ji 600,000 kes revîne Bangladeşê.

XS
SM
MD
LG