Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo bo Tîmên Sporê Destûrê Dide


Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo dîyar kir ku tîmên sporê dikarin vegerin qadên xwe yên hînkarîyê.

Cuomo bi preskonferansekê da zanîn ku hemî tîmên sporê yên li eyaletê dikarin dest bi xebatên xwe bikin.

‘’Em dixwazin ku hûn rabin ser lingên xwe, em dixwazin ku spor were temaşe kirin.’’ Cumo got.

Wî dîyar kir bo tîmên sporê vegerin xebatên xwe ewê bi wan re hevkarîyê bikin.

Vîrusa korona, ji nav eyaletên Amerîka herî zêde li New Yorkê hatiye tespît kirin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li New Yorkê pirtir ji 360,000 kes bi vîrusa korona ketine û 29,141 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Tîmên Rêxistina Basketbolê ya Neteweyî (NBA) jî di nav de jimareke tîmên sporê li New Yorkê dimînin.

XS
SM
MD
LG