Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kujerê Keça 17 Salî li Wanê Heta Hetayê Tê Zîndankirin


Parêzvan li ber dadgeha Wanê
Parêzvan li ber dadgeha Wanê

Li Wanê di Sibata 2017’an de keça bi navê Gulten Aşkan ya 17 salî ji alîyê Azîzhan Bor ve bi 32 derbeyên kêrê, hatibû kuştin.

Di doza biryarê de bersûç Azîzhan Bor yê 25 salî, di parastina xwe de got ku "Jiber ku Aşkanê daxwaza evîndarîya wî red kirîye ew kuştîye".

Parêzerên malbata Aşkan jî di parastina xwe de xwestin ku Bor were cezakirin. Desteya dadgehê jî biryara xwe aşkera kir û bi sûcê “Bi awayekî hovane mirovek kuştîye” cezayê giran yê zîndankirina hetya hatyaê li Bor birî.

Piştî dadgehê biryar eşkere kir, komek parêzeran li ber derîyê Qesra Edlîyeya Wanê daxuyanîyek dan çapemenîyê.

Parêzer Mujde Tozbey Erden li ser navê komê daxuyanî xwend û wiha got, "AKP di nava 16 salên dawî de hemû qadên jiyana jinan bi polîtîkayên pêşverû û dijminkarîya jinan dagir kirîye. Wê hişmendîyek li hemberî jinan ya wekî, dikare jin werin, birêvebirin, girtin û kuştin. Encax jin dikarin zarokan bînin, kengî zilam bixwaze wê çaxê jin dikarin derkevin derva. Ji ber vê hişmendîyê di dema AKP’ê de hejmara bûyerên li hemberî jinan ji sedî 400 zêde bûne".

Raporta Arif Aslan - Wanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:48 0:00

XS
SM
MD
LG