Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Wanê Dijî Helwesta Hikûmeta Tirkîyê ya Destdirêjîyê Ser Jinê Bertek Nîşan Dan


Jinan, do Duşemê bi avayekî hemdem li 40 bajarên Tirkîyê, hember zagona ku rê li ber berdana kesên bi zarokan re zewicîne vedike, protest kirin.

Preskonferans li Wanê bi tevlêbûna sazîyên civaka sivîl, hejmareke hiqûqzan û mafparêzan pêk hat.

Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Serap Guvenç li ser navê komê daxuyanî xwend û got ku ev demeke desthilat hewil dide jibo kesên bi zarokan re zewicîne û bi sedema destdirêjî yê hatine girtin efûyê derxe.

Parlamantera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan jî got ku jiber vê helwestê kesên destdirêjî dikin, wê bê ceza bimînin.

“AKP ev demek dirêj e ku dixwaze jibo kesên bi zarokan re zewicîne û jiber vê sedemê hatine girtin, efûyekê derxîne. AKP hewil dide ku zewacên bi zarokan re di nava civakê wek mijareke rewa bide nîşandan. Ev yek nayê qebûl kirin. Emê li hemberî vê hişmendîyê têkoşîna xwe hetanî dawîyê berdewam bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) amedekarîya paketeke reforma dadwerîyê dike ku tê de jibo zarokên ku di temenê biçûk de, bi mezinan re hatine zewicandin, xalekê cîh digire.

Li gor vê qanûnê kesên ku bi zarokan re zewicîne û ji ber vê sedemê hatine zîndan kirin, dê werin berdan.

Çavkanîyên nêzî Wezareta Dadê ya Tirkîyê eşkere dikin ku ev paket dê van rojan were rojeva parlamana Tirkîyê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:03 0:00

XS
SM
MD
LG