Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Warren ji Kêbirkeya Berbijarîya Demokratan Vekişî


Elizabeth Warren

Senatora Massachussets Elizabet Warren ji berbijarîya Partîya Demokrat ya bo hilbijartina seroktîya Amerîka vekişî.

Medya Amerîkî dide zanîn ku Massachussets dê bi tîma kempeyna xwe re bicive û biryara xwe ya dawî zelal bike.

Tê çaverêkirin ku Xanim Warren di qonaxên pêş de piştirîyê bide Bernie Sanders, ku yek ji berbijarên din yên Demokratan e.

Warren, di dengdanên Sêşema Super de li Massachussets di rêza sêyan de cîh girtibû û li eyaletên din jî dengên zêde nestandibû.

Bi vekişîna Warren re sê berbijarên Demokratan man.

Heta niha li 18 eyaletan pêşhilbijartin çêbûne û li gor encamên wan Joe Biden li pêş e.

Li dû Biden Bernie Sanders, li dû wî jî Tulsi Gabbard tê.

XS
SM
MD
LG