Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Dibêje Ew ji Desteserkirina Du Hemwelatîyên Amerîkî Agahdar E


Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku wan hay jê heye ku du Amerîkîyên li Gaza îro Pêncşemê ji alîyê hêzên Îsraîlê ve hatine desteser kirin.

Wezaretê dîyar kir ku ew zêdetir agahîyan dixwazin.

Wezareta Derve jiber fikarên ser ewlekarîyê nasnameyên Amerîkîyan eşkere nekir.

Lê, malbata Haşîm Alaga yê 20 salî û Borak Alaga yê 18 salî ragihand ku her du bira, ku Filîstînî û Amerîkî ne, îro Pêncşemê serê sibê li Xan Yûnisê hatine girtin.

Artêşa Îsraîlê ser vê mijarê hîn ti daxuyanî nedaye.

Koma Dîlên Filîstînî dide zanîn ku Îsraîlê ji êrîşên 7’ê Cotmehê vir ve bi sedan Filîstînî desteser kirine yan girtine.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG