Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Çaverê Ye ku Danûstandinê Aştîyê li Gaza Bidomin


Cîgirê berdevkê Wezareta Derve yê Amerîka Vedant Patel got ku Washington hêvî dike ku danûstandinên aştîyê li Gaza weke plankirî bimeşin.

"Em bawer dikin ku rêketina agirbestê pêkan e, tevî ku Hamasê gumana xwe li ser beşdarîya civîna Pêncşemê ya ji hêla navbeynkaran diyar kiriye,” Patel got.

Wî di preskonferansa rojane de got ku Amerîka bi tevahî hêvî dike ku danûstandin bidomin û ewê bi alîyên peywendîdar re xebata xwe bidomînin jiber ku lihevkirin hîn jî pêkan e.

"Em bi tevahî çaverê ne ku danûstandin, wekî ku hewce ye, pêşve biçin. Divê hemî danûstander vegerin ser maseyê ku vê hewilê bigihînin encamekê."

Patel zelal nekir ku gelo danûstandin wê bê Hamasê jî bidomin û gelo Washington bi hevkarên xwe yên herêmî re dixebite ku beşdarbûna wan misoger bike yan ne.

Rêberên Amerîkî, Misirî û Qeterî ji Îsraîl û Hamasê xwestibû ku jibo danûstandinên 15ê Tebaxê li Qahîre yan Doha bicivin da ku agirbesta Gazayê û rêketina berdana dîlan bi dawî bikin.

XS
SM
MD
LG