Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Givaştinên Ser Îranê Zêde Dike, Toleyên Nû Radigihîne


Qesira Sipî îro fermaneke qanûndêr (executive order) weşand û tê de ofîsa rêbertîya bilind ya Îranî xist nav lîsta cezayan.

Fermana qanûndêr herwiha kesên ku bi wê ofîsê peywendîdar jî dixe bin toleyan.

Qesira Sipî ragihand ku ev biryara nû wek beşeke hewilên rêvebirîya Amerîkî ya zêdekirina givaştinên ser rejîma Îranê hate girtin ku 40 sal in kiryarên terorîstî dike û dijî Amerîka û hevalbendên wê helwesteke êrîşkar didomîne.

Daxuyanî bî dixe ku Îranê di kiryara herî dawî de firokeke bêmirov ya Amerîkî anîbû xwarê û êrîşkarîya dijî keştîyên navnetewî kiribû.

Serokê Amerîka Donald Trump welatê xwe ji peymana navokî ya navnetewî ya ligel Îranê vekişandibû û toleyên dijî Îranê jinûve anîbû.

Washington dîyar dike ku ew bi toleyên ser Îranê hewil dide ku rê li ber qezencên rejîma Tehranê bigire.

XS
SM
MD
LG