Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Ser Agirbesta Rûsî ya Derheqa Helebê Gumanbar E


Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkî John Kirby

Wezareta Derve ya Amerîka îro Sêşemê gumanbarîya xwe li ser banga agirbesta li Helebê dîyar kir ku ji alîyê Rûsya ve hatibû ragihandin.

"Bêguman em bi raportên wiha dilgeş in ku dikarin tundîya berdewam Ii Helebê kêmtir bikin, lê hîn pir zû ye ku em bizanin ew bang çiqas rast e û wê çiqas berdewam ke,” Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkî John Kirby rojeke piştî ragihandina Moskowê, ji CNN re got.

Kirby bi bîr anî ku wan berê jî sozên wiha bihîstîne û dîtine ku ew soz çawa bi hêsanî tên şikandin û vê carê jî bi baldarî rewşê dişopînin.

Berdevkê wezareta berevanî ya Rûsî General Sergei Rudskoi do gotibû ku hêzên Rûsî û Sûrî, di 20'ê mehê de navbera 8:00 û 16:00 çekên xwe li Helebê rawistînin da ku sîvîl, kesên nexweş û birîndar û çekdar bikarin ji bajêr derkevin.

Rudskoi dabû zanîn ku jibo gel bikaribe ji Heleb derkeve wê du korîdor bêne ava kirin.

Neteweyên Yekbûyî pir caran daxwaza navberdayîna 48 seetan ya hefteyî kiribû ku ew bikare konvoyên alîkarîya mirovahî bigehîne deverên dorpeçkirî.

XS
SM
MD
LG