Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washintgon 2 Fermandarên Payebilind yên Husîyan Dixe Nava Lîsta Toleyan


Serhildayên Husî
Serhildayên Husî

Hikûmeta Amerîkî îro Sêşemê dijî du rêberên leşkerî yên Husîyan, Mansur El-Saadî û Ahmed Alî Ehsan el-Hamzî toleyên nû ragihandin.

Rêvebirîya Amerîkî bi sedema ku ew şerê navxweyî dirêjtir dikin û krîza mirovahîyê xirabtir dikin, ew biryar da.

Di daxuyanîya Wezareta Xezîne ya Amerîkî de tê gotin ku Saadi fermandarê giştî yê hêzên deryayî yên Husîyan e û Hamzî ji qumandarê giştî yê hêzên esmanî ye.

“Dewletên Yekbûyî yên Amerîka wêrankirina navendên sîvîlan ji alîyê mîlîtanên ve, ku îro ketin nav lîsta reş, şermezar dike.

Ew du kes fermandarîya wan hêzan dikin ku krîza mirovahîyê li Yemenê xirabtir dikin,” rêvebira wezaretê Andrea Gacki di daxuyanîyê de got.

XS
SM
MD
LG