Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ji bo Pêşbînîya Xwepêşandanên Çekdarî Di Huşdarîyê De Ye


Hezên Zerevanîya Neteweyî yên li ber Kongresa Amerîka ya li Waşingtona paytext
Hezên Zerevanîya Neteweyî yên li ber Kongresa Amerîka ya li Waşingtona paytext

Li Paytexta Amerîka Waşington û li seranserê welat berîya merasîma destpêkirina seroktîya Joe Biden ya 20'ê meha yekê, tedbîrên ewlehîyê yên herî bilind têne girtin.

Waşington îro Şemîyê bi tevahî hatîye girtin û bi sedan hêzên Zêrevanîya Neteweyî (National Guard) li paytextê hember îhtîmala alozîyan têne erkdarkirin.

Hevdem, hêzên ewlehîyên cûrbecûr li her 50 paytextên wîlayetên Amerîka jibo xwepêşandanên alîgirên Trump amadekarîyan dikin da ku pêşî li bûyer û êrişên tûnd yên wek 6'ê Rêbendanê bigirin.

Nivîsgeha Vekolînê ya Federal (FBI) sazîyên polîsan bo xwepêşandanên çekdarî yên li derveyî her 50 avahîyên Kongresê yên li paytextên wîlayetan hişyar kir.

Herwiha FBI ragihand ku dibe ku xwepêşandan ji îro Şemîyê dest pê bikin û heya 20 'ê Rêbendanê ya merasîma estpêkirina seroktîya Joe Biden berdewam bikin, ji hêla alîgirên serok Donald Trump ve têne gur kirin ku ji gotarên wî yên nerast yên derbarê sextekariya di hilbijartinê bawer dikin.

Michigan, Virginia, Wisconsin, Pennsylvania û Waşington di nav wîlayetên ku Zerevanîya Neteweyî yên xwe ji bo xurtkirina ewlehiyê erkdar kirinin de nin. Texas dêheya roja Merasîmê avahîya Kongresa xwe girtî bihêle.

Steve McCraw, Berpirsê Sazîya Ewlehîya Giştî ya Texas, di daxuyanîyeke roja Înêyê de ragihand ku agahdarîyên îstixbaratê diyar dikin ku tundreyên êrîşkar dibe ku çalakîyên çekdarî yên plankirî li Austin bikin da ku kiryarên tawanbar pêk bînin.

Ev rewşa awarte piştî êrîşa kujer ya dijî Kongresa Amerîka li paytext Washington di 6 'ê Rêbendanê de qewimî, derket holê.

Bûyerên alozdar ji hêla kom û kesên tundrê û alîgirên Trump ve hatin kirin, ku hin ji wan plan dikirin ku endamên Kongrêsê birevînin.

Hevdem, wan banga kuştina Clîgirê Serok Mike Pence kirin ku wî seroktîya civîna pejirandina serfirazîya Biden ya hilbijartina Mijdarê ya li Kongresê dikir.

Di bûyerên li Kongresê de 1 ji wan polîs, 5 kesan jîyanên xwe ji dest dabûn.

Hêzên ewlehîyê piranîya beşên xweyên li cîhên ku tê pêşbînî kirin ku tevgara dij hikûmetê ya binavê"boogaloo" plan dike ku roja Yekşemê li her 50 eyaletan xwepêşandanan pêk bîne de, ragihandîye û perwerde kirîye.

Li eyaleta Michigan bi benden demir avahîya Kongresa li dora Capitol ya li Lansing hatîye dorpêç kirin û leşkerên ji seranserê eyaletê hatinin bicîh kirin da ku ewlehîyê xurttir bikin

Kongresa eyaletê, civînên hefteya pêş, bi sedema fîkarên di derbarê gefên pêbawer, hatin betal kirin.

Berpirsê Polîsên wîlayeta Michigan Joe Gasper roja Înêyê civînek medyayî pêk anî û li ser mijarê agahdarî ragihand.

"Em ji ya herî xirab re amade ne lê em hêvîdar in ku kesên ku li ber Kongresa me xwepêşandanan dê bi şêwazeke aştî bikin," Gasper got.



XS
SM
MD
LG