Lînkên eksesibilîtî

Parêzvanên Erdogan li Washingtonê Êrîşî Xwepêşanderan Kirin


Komeke ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan protesto dikir û parêzvanên wî li pêş avahîya balyozxaneya Tirk ya li Washingtonê bi hev ketin. Polîsên Amerîkî her du alî bi zorê ji hev veqetandin.

Alozîya ku berî Erdogan were avahîyê destpê kir, bi hatina wî re gurtir bû.

Komeke ku berî serokomarê Tirk were balyozxaneyê, bi pankartên bo piştgirîya Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş civîya li dijî Erdogan slogan gotin. Li ser vê, koma ku bi alên Tirkîyê li pêş balyozxaneyê bû û ya din şor avêtin hevdu.

Piştî kelîyekê her du kom bi hevdu ketin ku parêzvanên Erdogan jî êrîşê xwepêşanderan kirin.

Bi hatina Erdogan re pevçûn girantir bû. Polîsên Washingtonê bi copan parêzvanên Erdogan bi şûnde kaş kirin.

Di pevçûnê de 9 kes birîndar bûn û 2 jî hatin desteser kirin.

XS
SM
MD
LG