Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington ya Paytext Dijî Vîrusa Korona Rewşa Awarte Radigihîne


Washington ya paytexta Amerîka jiber vîrusa korona rewşa awarte ragihand.

Tevî tomarên dawî, li Washingtonê heta niha 10 kesên bi vîrusa korona hatine tespîtkirin.

Bi ragihandina rewşa awarte re Bajarvana Washingtonê Murrel Bowser dikare jiber sedemên tibî ji budçeya federal alîkarîyê bixwaze.

Bowser da zanîn ku wan navendek kirê kiriye û ew li wir dikarin 50 nexweşên vîrusa korona di bin çavdêrîyê kin lê wî cîhê wê navende eşkere nekir.

Rêvebirên Washingtonê dixwazin ku meş û mîtîngên ku pitir ji 1000 kes beşdar dibin werin betalkirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG