Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington ya Paytext Tedbîrên Dijî Korona Heta 8'ê Hezîranê Dirêj Dike


Bajarvana Washingtonê Muriel Bowser

Washington ya paytext ya hikûmeta federal ya Amerîka, tedbîrên dijî vîrusa korona yên di 15’ê Gulanê de bi dawî dibûn heta 8’ê Hezîranê dirêj kirin.

Bajarvana Washingtonê Muriel Bowser dîyar kir ku ger idi 14 rojan de rêjeya pêketina vîrusa korona kêm bibe ew dikarin berî 8’ê Hezîranê jî bo karên aborîyê destûrê bidin.

Li Washington ya paytext heta niha 6,584 kes bi vîrusa korona ketine û 350 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Bowser da zanîn ku ew hejmar her çiqas geşbînîyê çêdikin jî ew hîn nehatine asta jîyana normal.

Qesira Sipî ji eyaletan dixwaze ku ew bo karên aborîyê destûrê bidin, lê pisporên saxlemîyê dibêjin ku divê tedbîrên dijî vîrusa korona bi dawî nebin.

Eyaletên Virginia û Maryland, ku cîranên Washington ya paytext in, hin karên aborî destpê kirin, lê gelek cîhên nêzî Washingtonê hîn jî girtî ne.

Piranîya karmendên dewletê xebatên xwe ji mal didomînin.

Senator piştî navbera bi qasî şeş hefteyan vegerîbûn Washington ya paytext.

Doktorê Kongresê Brian Monahan ji endamên Kongresê xwestibû ku maskeyan bidin rûyên xwe, mesafeya xwe bi qasî du metreyan biparêzin û hejmara xebatkaran kêm bikin.

Civata Nûneran ji Adarê vir ve bi piranî girtî ye û endamên wê jî dê bo pejirandina paketeke nû ya ser vîrusa kroona roja Înê vegerin Kongresê.

XS
SM
MD
LG