Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Weşanxaneya Lîsê, ji Wêjeya Cîhanê pênc berhemên gewre wergerandin Kurdî.


Weşanxaneya Lîsê, ji Wêjeya Cîhanê pênc berhemên gewre wergerandin Kurdî.
Weşanxaneya Lîsê, ji Wêjeya Cîhanê pênc berhemên gewre wergerandin Kurdî.

Weşanxaneya Lîsê, ji Wêjeya Cîhanê pênc berhemên gewre wergerandin Kurdî. Berhemên wekî Serpêhatiyên Ulysses a Charles Lamb (ji Îngilîzî, Samî Hêzil), Veguherîna Franz Kafka (ji Elmanî, Fatih Aydın), Girava Gencîneyê ya R. L. Stevenson (ji Îngilîzî, Bilal Çelik), Mişk û Mirov a John Steinbeck (ji Îngilîzî, Xalis Xerzan) û Hetîketîya J. M. Coetzee (ji Îngilîzî, Yunus Eroğlu) hatine wergerandin.

Gerînendeyê Giştî yê Weşanxaneyê Lîsê Lal Laleş, ji bo gohdarên Dengê Amerîkayê da zanîn ku, bi armanca ku bi riya wergerê delîveyên zimanê Kurdî were ceribandin, bi wî awayî jî, mil bide ber geşedan û kawdana pexşan û poetîkaya Kurdî, du sal berê wan, vergera rêza Wêjeya Cîhanê dane destpêkirin. Lal Laleş destnîşan kir ku projeya wan ya Wergera Rêza Wêjeya Cîhanê ji sed berhemên giranbiha pêk tê. Lal Laleş weha dewam kir “ Me ji xwe re weke armanc gotibû emê sed romanên baş vergerînin zimanê kurdî. Ev weke armanceka me ye, ez hêvîdarim gelê Kurd ne tenê sed berhem, bi hezaran berhemên cihanê bi kurdî bixwîne. Neha jî em, Şaredarîya Wanê, Kurdîder û Egitim-Sen a Wanê bi amadekirin û vergerandina Weşanxaneya Lîsê, em pênc berhemên klasîk yên cihanê, pêşkêşê xwendevanê kurd dikin.” Di vê çarçoveyê de jî 2008’an vir de, wergera berhemên nivîskarên wekî William Shakespeare, Oscar Wilde, Joseph Conrad, Gabriel Garcia Marquez, William Faulkner, Dostoyevskî, Tolstoy û ên din pêk bê dane destpêkirin.

Gerînendeyê Weşanxaneyê destnîşan kir ku wekî gava yekem, du sal berê , bi edîtoriya helbestkar û wergêr Kawa Nemirî ve bi pênc berheman, ku ji Gureqûma Åsa Lindê (ji Swêdî, Serkan Birûsk), ji Kulîlkvedana Gezgezkê ya Harry Martinson (ji Swêdî, Serkan Birûsk), ji Ji Vittulayê Muzîka Populer a Mikael Niemi (ji Swêdî, Mizgîn Bîngol û Salih Agir Qoserî), ji Şahînşahê Portekîzê ya Selma Lagerlöfê (ji Swêdî, Serkan Birûsk û Menîce Birûsk) û ji Tîtirwaska Yaşar Kemal (ji Tirkî, Birahîm Ronîzêr) pêk tê, wergerandine bi Kurdî.

Lal Laleş da zanîn ku di navbera 03-05 Berfanbarê dê li Wanê, bi hevakrîya Weşanxaneya Lîsê û Şaredarîya Wanê ROJÊN “EM BI KURDÎ BIXWÎNIN” were li darxistin. Gerînendeyê weşanxaneyê destnîşan kir ku danasîna van kitêban dê li Wanê, di çarçoveya rojên Kurdî de were kirin.

Gerînedeya Weşanxaneya Lîsê Lal Laleş dibêje ku yek ji armanca weşanxaneya wan ewe ku têkilîya navbera zimanê Kurdî û yê cîhanê xurt bike.Herwiha pir çandî, pir kulturî û edebîyateka ku bibe malê dinyayê biafirîne. Lal Laleş dibêje bi vê armancê heta neha bi îngilîzî-Kurdî, Rusî-Kurdî, Fransî-Kurdî, îspanyolî-Kurdî, Tirkî-Kurdî gelek kitêb di weşanxaneyê de hatine çapkirin.

Weşanxaneya Lîsê di sala 2004’an de li Dîyarbekirê hate avakirin. Hem di derbarê Klasîkên Kurdî, hem di derbarê Edebîyata Modern ya Kurdî de hem jî di warê wêjeya Klasîkên Cîhanê de xebatên xwe didomîne.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG