Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Armancên Pêşveçûna Domdar Û Wekhevîya Cînsî


ERA Amendment-Virginia

Berê Armancên Pêşketina Domdar (APD), di sala 2000'ê de Armancên Pêşketina Mîlenyumê (APM) hatibûn danîn.

Di nav wan armanca da tekoşîna dijî hejarî, xêzanî û birçîbûnê, pêşvebirina perwerdeya seretayî jibo hemî zarokan û tekoşîna dijî nexweşîyên kujer di nav armancên wan da bûn. Di wan mijaran da piştî sala 2000'ê heta niha gelek pêşveçûnên berbiçav pêk hatin.

Hinek serketinên Armancên Pêşveçûna Mîlenyumê (APM)

• Zêdetirî 1 mîlyar mirov ji hejarîyê hatin rizgar kirin

• Mirinên zarokan %50 kêm bûn

• Hejmara zarokên derveyî dibistanê ji nîvî pirtir kêm bûye

• Enfeksîyonên HIV/AIDS ji sedî 40 kêm bûye

Mijara Roja Jinan ya Navneteweyî ya 2020'an: "Ez bo Wekhevîya Nifşê û Bicîhkirina Mafên Jinan im."

Mijara Roja Jinan ya Navneteweyî (8'ê Adarê) 2020'ê, “Ez bo Wekhevîya Nifşê û: Bicîhkirina Mafên Jinan im.” Peyvendîya mijarê bi helmeta nû ya pirhejmarîya nifşan ya Jinên Neteweyên Yekbûyî, Wekhevîya Nifşê ve heye, ku salvegera 25'an ya Daxuyanîya Pekînê û Platforma Çalakîyê nîşan dide.

Biryara ku di 1995'an da li Konferansa Cîhanî ya Jinan ya Çaran ya li Pekîn, Çînê hate qebûl kirin, Platforma Çalakîyê ya Pekînê wekî nexşeya herî pêşketî ya bihêzkirina jin û keçan, li her cîhekî tê pejirandin.

Jibo Pêşketina wekhevîya zayendî li seranser cîhanê Sala 2020'ê saleke girîng e, jiber ku civaka navnetewî piştî pejirandina Platforma Çalakîya Pekînê pêşketinên ku jibo mafên jinan hatine bicîhkirin dinirxîne.

Di heman demê de, ew dê bibe nîşana zîndîkirina bizava wekhevîya zayendî: qonaxa pênç salî jibo bidestxistina Armancên Pêşketina Domdar (APD); Salvegera 20'an ya biryara 1325 ya Konseya Ewlehîyê ya NY li ser jinan, aştî û ewlehîyê; û salvegera 10'an ya damezirandina Jinên Neteweyên Yekbûyî.

Armancên Pêşveçûna Domdar û Wekhevîya Zayendî

Armancên Pêşketina Domdar (APD), ku her wek Armancên Cîhanî tên pejirandin, di sala 2015'an de, ji hêla hemî dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat pejirandin. Ew wek bangeke gerdûnî ya çalakî ya bo dawîkirina xêzanî û hejarîyê, parastina gerdûnê ye li ber e heta 2030'ê were tekez kirin ku hemî gel bi aramî û bextewarî bijîn.

17 Armancên Pêşketina Domdar (APD) yekgirtî ne û wateya wê ew e ku kiryareke li yek herêmê dê bandorê li encamên din bike û divê pêşveçûn domdarîya balansa civakî, aborî û jîngehê pêk bîne.

Bi pêgirîya ku ti kes paşve nemîne, devletan girîngî daye pêşveçûna cîhên herî paşmayî. Jiber wê yekê, APD bi awayekî wisa hatiye dîzayn kirin ku li dinyayê guherînên bingehîn pêk werin. Di wê çarçovê da tunekirina hejarîyê, birçîbûnê, AIDS û cûdahîya dijî jinan û keçikan di nav 17 armancan da cîh girtine. Mijara îsal jî wekhevîya nifşan û mafên jinan e.

Têgehiştina gelemperî ew e ku tevî hinek pêşketinan, guhertinên rastîn jibo piranîya jin û keçên li cîhanê gelek hêdî didomin. Îro, tenê yek welat jî nikare bibêje ku wan wekhevîya zayendî pêk anîye. Di qanûn û çandan de hîn pir astengî mane û guhertin çênebûne. Rûmeta jin û keçan hêşta baş nayê nirxandin. Ew pir dixebitin û kêm qezenç dikin û hem li malê, hem jî li dervê dibin armanca gelek cûreyên tundî û tûjîyan.

Sala 2020'ê jibo bizava çalakîya gerdûnî ya bidestxistina wekhevîya zayendî û mafê mirovan, ji hemî jin û keçan re derfeteke mezin peyda dike.

Çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî ya Roja Jinên Navneteweyî 2020'ê wê di 6ê Adarê 2020'ê de, danê sibê ji saet 10'ê heta 1ê paşnîvro li Sekreterîya Neteweyên Yekbûyî pêk were.

Armanca çavdêrîyê ew e ku nifşên jinan û pêşengên keçan û çalakvanên wekhevîya cînsî digel parêzerên mafên jinan bicivîne, ku zêdetirî 20 sal berê ji alîyê Platforma Pekînê bo Çalakîyê hatibû danîn.

Çalakî dê çêkerên guhertinê yên hemî jîyan û zayendan pîroz bike. Ewê nîqaşan bike ka çava ew hemî dikarin pêkve bixebitin ku di salên were de karê nivîşkan yê bihêzkirina hemû jin û keçan tekez bikin.

Di nav çavdêrîyê da axaftinên nûnerên payebilind yên pergala Neteweyên Yekbûyî, danûstandinên navbera çalakvanên wekhevîya zayendî, û performansên muzîkê hene.

XS
SM
MD
LG