Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Kendavê Çavdêrên Xwe ji Sûrîyê Vedikêşin


Welatên Kendavê Çavdêrên Xwe ji Sûrîyê Vedikêşin

Endamên Civata Hevkarîyê ya Kendavê dibêjin, piştî biryara Erebîstana Saudî ya vekêşana ji mîsyona Yekîtîya Ereb ya li Sûrîyê, ew jî çavdêrên xwe ji wî welatî paşve dikşînin.

Civata Hevkarîyê ya Kendavê ya bi 6 endamî, biryara xwe îro Sêşemê daxuyanîyekê ragihand. Tê gotin, Erebîstana Saudî ew biryar da, piştî ku Sûrîyê plana Yekîtîya Ereb ya sekinandina xwînrijandina xwenîşandêrên dijî Beşar Esed cîh neanî.

Xencî Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb, Behreyn, Oman, Qatar û Kuweyt di Civata Hevkarîyê ya Kendavê de cîh digirin.

Serokê mîsyona çavdîrîyê yê Yekîtîya Ereb, Generalê Sudanî Mihemed Ahmed Mustafa El Dabî îri Duşemê got, tundî û tûjîya li Sûrîyê kêmtir bû, piştî ku çavdêran li 26’ê meha çûyî dest bi erka xwe li wî welatî kir.

Hikûmeta Sûrî planeke Yekîtîya Ereb roja Duşemê red kirîbû ku desthilata Serok Beşar Esed vediguhest cîgirê wî. Hikûmeta Şamê, her wiha, Yekîtîya Ereb bi bi maytekirina karên wê yên navxweyî tawanbar kirîbû. Televîzyona dewletî ya Sûrî ji zarê karbidestên hikûmetê ragihandibû ku bi wê pêşnîyarê, Yekîtîya Ereb bi eşkereyî maya xwe di karên Sûrîyê de dike.

Wezîrê Derve yê Qatarê Hamad Bîn Casim El Thanî ku di heman demê de serokwezîrê wî welatî ye, gotibû yekîtî dixwaze pêşnîyara xwe bibe pêş Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî û piştgirîya wê bixwaze.

XS
SM
MD
LG