Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welîd Hacî: Biryara Komkara Ereb Dereng Hat


Komela sereke ya opozisyonê, Hevalendîya Niştîmanî ya Sûrîyê, nûneratîya Sûrîyê kir di kombûna Komkara Welatên Erebî de.

Ahmed Muaz El Xetîb di kombûna roja Sêşemê de li ser kursîyê Sûrîyê rûnişt, herçende wî dest ji posta xwe derda wek serokê Hevalendîya Niştîmanî ya Sûrîyê.

Welîd Hacî, nivîskar û çalakvan li Kendavê, dibêje biryara Komkara Ereb ku kursîyê Sûrîyê bide opoizyonê “gavekî gelekî baş bû” lê belê “dereng hat.”

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Hacî got ku şandeya opozisyona Sûrîyê ya beşdar di civîna Komkara Welatên Erebî de şandeyeke “sîyasî bû, ne dewletî bû.”

Birêz Hacî dibêje ku Muaz El Xetîb û karbidestên din yên opozisyonê “ne weke serokê dewletekê, an weke serokê hikûmeta dewletekê” di civînê de amade bûn.

Kombûna sereke ya Komkara Welatên Ereb, ku du rojan berdewam dibe, li Qeterê birêve diçe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG