Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê Çalakîya Roja Cîhanî ya Wergerandinê Hat Encamdan


Di Roja Cîhanî ya Wergerandinê de çend çalakî li Duhokê hatin encamdan. Di rûniştineke vekîrî de rewşa wergerê li devera Badînan û ew astengên pêş wergerê hat xuya kirin.

Şemal Akreyî, yek ji wergeran dibêje ku karê wergerandinê li Badînanê, li gor parêzgehên dî lawaztir e û ew jî bo cîhên peywendîdar dizivire jiber ku ew giringî nadin vî karî.

Ehmed Casim, yek ji gencên ku karê wergerê dike, dibêje ku nebûna zaravekî yekgirtî li deverê yek ji astengên herî serekî ye.

Îsmaîl Tahir Cangîr dibêje ku nebûna sazîyeke taybet ya karê wergerê yek ji sedemên lawazîya vî karî ye li parêzgeha Duhokê.

Hêjayî balkişandinê ye ku piranîya xwendekarên zanîngehan bi Kurdî dizanin jiber ku ew nifşê serhildanê ne, lewra wergerandina berhem û programên xwendinê li deverê giring e.

SB_09_30_2019_Wergerandin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00


XS
SM
MD
LG