Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Amerîka û Tirkîyê Axifîn


Reuters’ê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu bi rêka telefonê axifîne, lê ti hûrgilî ser axaftinê neda.

Ajansa Anadoluyê jî dîyar kir ku her du wezîr derbarê rawestandina xizmetên vîza peyîvîne.

Ser girtina karmendekî balyozxaneya Amerîkî ya li Tirkîyê, her du dewlet dijî hevdu xizmetên vîza rawestandibûn.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kiribû ku berpirsê rawestandina xizmetên vîza Balyozê Amerîka yê li Enqerê John Bass e.

Wezareta Derve ya Amerîka jî dabû zanîn ku John Bass bi tena serê xwe biryar nestandîye û bi wezaret û Qesra Sipî re di koordînasyonê de bûye.

XS
SM
MD
LG