Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîreke Din ya Brîtanya Karvekişîna Xwe Ragihand


Wezîrê Xebatê ya Brîtanya Amber Rudd ji Twitterê karvekişîna xwe ragihand.

Rudd da zanîn ku Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson 21 parlamanter ji koma parlamanê ya Partîya Konservatîf dûr xistiye û dîyar kir ku wî jiber wê karvekeşîna xwe ragihandiye.

Wê got ku ew ji koma parlamanê jî derketiye.

Birayê Boris Johnson, Jo Johson jî ji karê xwe yê kabîneyê derketibû û bo parlamanî jî karvekişîna xwe ragihandibû.

Johnson dide zanîn ku Brîtanya dê bi her awayî di 31’ê Cotmehê de ji Yekîtîya Ewrupa (YE) derkeve.

Pisporên sîyasetê dîyar dikin ku Johnson bi vê biryarê kêşeyê sîyasî ya li Brexitê kûrtir dike.

XS
SM
MD
LG