Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Dewletên Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞ'ê Dê li Washingtonê Kom Bibin


Wezîrên derve yên dewletên koalîsyona navneteweyî ya dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) dê di 14’ê Mijdarê de li Washingtonê kom bibin.

Ajansa nûçeyan ya Reuters’ê ji zarê karbidestekî payabilind yê Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku wezîr dê ser qonaxa piştî kuştina Rêberê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî biaxifin.

Karbidestê ku nexwest navê wî eşkere bibe ji rojnamevanan re da zanîn ku bo ewlekarîya girtîgehên ku têde çekdarên DAIŞ’ê girtî ne, ku li bakurê Sûrîyê ne, heta niha ti kêşe çênebûye.

Wezîrên derve yên dewletên koalîsyona navneteweyî li Washingtonê herî dawî di meha Sibatê de kom bûbûn.

Di koalîsyona navnteweyî ya dijî DAIŞ’ê de 68 dewlet hene.

XS
SM
MD
LG