Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Azerbaycan û Ermenistanê li Moskowê Kom Bûn


Wezîrên derve yên Azerbaycan û Ermenistanê li Moskow ya paytexta Rûsya kom bûn.

Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov û hevtayê wî yê Ermenî Zohrab Mnatsakanyan ser vexwendina Serokê Rûsya Vladimir Putin çûbûn Moskowê.

Civîna wezîrên her du dewletan bi mazubanîya Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov li dar ket.

Ser civînê ti hûrgilî nehat belav kirin, lê Wezareta Derve ya Rûsya wêneyekî ji civînê weşand

Pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê yên li herêma Nagorno – Qarabaxê di 27’ê Îlonê destpê kiribûn ku ji her du alîyan heta niha pirtir ji 300 kes hatine kuştin.

Xênji Rûsya, Amerîka û Fransa jî bang li Azerbaycan û Ermenistanê kiribûn ku pevçûnên xwe rawestînin û agirbestê ragihînin.

XS
SM
MD
LG