Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şûngirê Wezîrê Berevanî yê Amerîka Christopher Miller Serdana Somalî Kir


Christopher Miller

Şûngirê Wezîrê Berevanî yê Amerîka Christopher Miller serdana Somalî, ku leşkerên Amerîkî bo têkoşîna dijî El Şebab ya girêdayî El Qaydê lê ne, kir.

Medya Amerîkî berî serdana Miller ragihandibû ku karbidestekî CIA di pevçûneke li Somalî de hatiye kuştin.

Pentagonê bo serdana Miller daxuyanîyeke kin weşand.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Miller bo nîşan bide ku Amerîka dê têkoşîna dijî rêxistinên tundrê bernede serdana Somalî kiriye û ew li wir bo spasîya leşkerên Amerîkî bike bi wan re kom bûye.

Çaverê ye ku Serok Donald Trump berî di 20’ê Çileyê de seroktîyê berde, piranî yan jî temamê leşkerên Amerîkî yên li Somalîyê vekişîne.

Reutersê di 17’ê Mijdarê de ji zarê karbidestên Amerîkî dîyar kiribû ku Trump dikare hemî leşkerên li Somalî bi şûnde vegerîne.

Li Somalî 700 leşkerên Amerîka hene û ew Artêşa Somalî bi taybetî ser têkoşîna dijî rêxistina El Şebab perwerde dikin.

Rêvebirîya Amerîka di serê Mijdarê de hin rêberên El Şebab ya girêdayî El Qaydê xistibûn lîsteya reş.

El Şebab di meha Çileyê de li Kenya êrîşek li dar xistibû û di wê êrîşê de 3 leşkerên Amerîkî hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG