Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Derve li ser Krîza Sûrîyê ligel NY û Komdara Ereb Kom Dibe


Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton roja Înê krîza Sûrîyê ligel nûnerê NY û Komkara Ereb Kofî Annan giftûgo dike, di demekê de ku Annan dibêje eger rewş li welat wisa bimîne, dê şerê navxweyî berfirehtir bibe.

Civîna li Washington tê kirin rojekê piştî NY got, çavdêrên wê yên bêçek li bajarê Hema rastî êrîşan hatine û nikarin devera komkujîya vê dawîyê lêkolîn bikin. Çalakvan dibêjin 78 kes li Mezret Qibêr hatine kuştin, di nav de jin û zarok.

Birêz Annan, ku plana wî ya aştîyê di Nîsanê de nehatîye pêkanîn, roja Pêncşemê hişyarî da berdewamîya kuştinên bi kom dibe beşek ji rastîya rojane li Sûrîyê.

Kofî Annan bang li Civata Ewlekarîyê ya NY û civaka navnetewî kir ku helwesta xwe bikin yek û fişarê li hikûmeta Beşar el-Esed zêdetir bikin.

Hêjayî gotinê ye, Koşka Spî roja Pêncşemê hikûmeta Sûrîyê bi kuştinên kambax tewanbar kir.

Li alîyekî din ve, çalakvan dibêjin 17 kes roja Înê di xwepêşandinên seranserî welat de hatin kuştin.

Protestoyên girseyî li Şama paytext, Heleb û Deraa jî pêk hatin.

XS
SM
MD
LG